Bi berhemên ji sifirê danasîna Xirabreşkê dikin

Bi projeya walîtiyê 7 sêwirîner wê ji sifirê berhemên Xirabreşkê çêkin

Bi berhemên ji sifirê danasîna Xirabreşkê dikin

Xirapreşk an jî Girê Mirazan ê Şanlıurfayê, ji bo dîroka mirovahiyê cihekî gelek girîng e. Walîtiya Şanlıurfayê, jı bo danasîna Xirapreşkê, atolyeya ji sifirê dizayna berhemên Xerapreşkê vekir.

Dizayner pêşî li Xirapreşkê geriyan.

Derheqê berhemên dîrokî yên balkêş de agahî standin.

Pişt re çûn çarşıya sifirkaran û bi esnafan re sohbet kirin.

Herî dawî jî 7 dizayneran li atölyeye dest bi dizaynê kir.

Sêwirîner, dixwazin bi berhemên ji sifir danasîna Xirapreşkê bikin.

Berpirsiyara Projeyê Nurcihan Beyazıt got, ‘’Di çarçoveya projeyê de, em dixwazin bi riya dizaynê berhemên Xerapreşkê bidin nasîn. Em dıxwazin mîrata Xerapreşkê bi çavê dizayneran jî bê dîtin.

Bi saya vê projeya ku Walîtiya Rihayê jî piştgiriyê didê, wê berhemên hunermandan bigihêjin çar aliyên Tirkiyê û tûrizma bajêr jî geştir bibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE