Sema Nûr Aktan di 11 saliya xwe de ji nişkave nexweş ket û hew rabû ser piyan. Lê Sema Nûrê dev jê berneda û bi hunerê dîsa hat ser hemdê xwe. Sema Nûra ku li ser plakên darîn wêneyan çêdike bi hûnera xwe şa dibe .
Sema Nûr Aktan rojekê nexweş ket û hew rabû ser piyan.
Ji ber ku çare û darmanê wê tunebû ji dinyayê sar bû.
Sema Nûrê paşê dît ku di hunera risman de zaf jêhatî ye.
Serî li kursên Navenda Perwerdeya Gel da û hînî teknîkên xêzkirinê bû.
Sema Nûr niha ji xwe û jiyana xwe razî ye û dixwaze bibe Mamosteya resman.
Malbat û rayedarên Navenda Perwerdeya Gel jî piştgiriyê didin Sema Nûrê û dibêjin ji bo wê çi hewce be em ê bikin.