Bi kolana şûnwarên dîrokî ya li Girê Amîdayê va dîrok tê ronîkirin

Li Sûra navçeya Diyarbekirê li Girê Amîdayê di xebatên kolana şûnwarên dîrokî ku ji ber şewba Kovîd-19ê di şertên giran da tên meşandin da gelek berhemên dîrokî yên serdemên cuda hatin derxistin.

Bi kolana şûnwarên dîrokî ya li Girê Amîdayê va dîrok tê ronîkirin

Li Sûra navçeya Diyarbekirê li Girê Amîdayê di xebatên kolana şûnwarên dîrokî ku ji ber şewba Kovîd-19ê di şertên giran da tên meşandin da gelek berhemên dîrokî yên serdemên cuda hatin derxistin.

Li Girê Amîdayê ya ku ji gelek şaristaniyên wekî Hurî-Mîtanî, Urartu, Pers, Roma, Emewî, Ebasî, Merwanî, Selçûqî û Artûqiyan ra bûye dergûş, beşa vê serdemê ya xebatên kolana şûnwarên dîrokî yên ku ji hêla Wezareta Çand û Turîzmê bi serokatiya Hîndekarê Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Îrfan Yildiz tên meşandin, kuta bûn.

Bi temambûna kolanên ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di şertên giran da hatin kirin, gelek berateyên çandî yên serdemên cuda yên ji sala BZ 6100 pê va hatin dîtin.

Berhem di destnîşankirina dîroka niştecihbûnê li Diyarbekirê ronî dikin.

Serokê Heyeta Kolanê Prof. Dr. Îrfan Yildiz di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku qonaxa vê axiriyê ya xebatên kolanên yên ku ji sala 2018an vir va tên meşandin, di 1ê Tîrmeha 2020î da dest pê kir û ji ber şewba Kovîd-19ê dijwar derbas bû, lêbelê daneyên zehf rind hatin dîtin.

Yildiz bal kişand ku di kolanan da erqên avê û pergala kalorîferê ku tê nirxandin 1800 salî û her wiha odeyên merzelan ên nêzîkî 1700 salî hatin derxistin û ji xeynî van jî berhem û berateyên çandî hatin dîtin.

Yildiz diyar kir ku di kolanên par da sîkeyên ku qertelên duserî li ser in û armaya hikûmdarê Artûqiyan Nasirudîn Mehmûd e, hatin dîtin û wiha dewam kir, "Îsal jî yek jê ji serdema Osmaniyan û ya din ji serdema Komarê, du mohr hatin dîtin. Ev mohrên ku yên du kesên bi navê Ehmed û Mihemed e, yek jê ji sala 1920î, ya din jî ji sala 1927an mane."

"Li Girê Amîdayê bêyî navber her serdem jiyanê berdewam kiriye"

Prof. Dr. Îrfan Yildiz bal kişand, berate û berhemên ku tên derxistin, dîroka Girê Amîdayê ronî dikin û wiha dewam kir:

"Ji berateyan em fêm dikin ku li Girê Amîdayê bêyî navber her serdem jiyanê berdewam kiriye. Girê Amîdayê ji wan bajarên nadir e ku 8 hezar sal e jiyan bênavber lê didome. Ji sîkeyan em fêm dikin ku ev der di serdema Artuklu, Aqqoyunlu û Eyubiyan da wekî paytext hatiye emilandin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE