Bi neqşên qûmê êş û elema Sûriyeyiyan tîne ziman

Hunermendê Îdlibî Mihemed Seîd, bi neqşên qûmê êş û elema Sûriyeyiyan tîne ziman...

Bi neqşên qûmê êş û elema Sûriyeyiyan tîne ziman

Xelkê Îdliba Sûriyeyê hunermendê qûmê Mihemed Seîd, li welatê ku şerê navxweyî didome, êş û elema gelê ku bi zorê cih û warên xwe hat derxistin û koçberî kampên penaberan bû, bi qûmê dineqişîne.

Seîd di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku wî 15 meh berê bi neçarî ji navçeya Mearatunnûmanê koç kir.

Seîd diyar kir ku li Îdlibê wî biryar da ku şiyana xwe ya resmê bi pêş da bibe û êş û kedera gel xêz bike û her wiha ji bo vê yekê jî wî di Youtubeê da ji xwe ra li vîdeoyan temaşe kir û hunera qûmê hîn bû. Seîd bal kişand ku ev bi qasî salekê ye ew, êrîşên rejima Esed û hevalbendên wê, hilweşîna malan û her wiha têkoşîna jiyanê ya sivîlên ku di şert û mercên giran ên konan da dijîn, bi hunera xwe tîne ziman.

Seîd wiha got, "Ez, însanên bêguneh ên ku koçî konan dikin û her wiha halê xirab ê koçberên di konan da yê mehên zivistanê bi qûmê didim nîşan."

Seîd diyar kir ku ew di heman demê da resmên xwe yên qûmê şewqdar jî dike ku armanca wî ew e ku êş û azara Sûriyeyiyên di konan da dimînin bê bihîstin û wiha got:

"Di neqşeke min e li ser qûmê da li Sûriyeyê balafirên rejimê tên ser taxekê û wir bi ser xelkê da hildiweşînin. Însanên sivîl dimirin."

- Rewşa Îdlibê

Türkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlibê û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Helebê), bakurê bajarê Humsê, li Xûteya Rojhilat a li Şama paytext û herêmên li başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytrayê) bi tevahî 4 "herêmên kêmkêkirina rageşiyê" hatibûn îlankirin. Lêbelê rejim û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman bilî Îdlibê herêmên din tev bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistin û berê xwe dan Îdlibê.

Lêbelê rejimê û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman xêncî Îdlibê herêmên din bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistibûn û berê xwe dabûn Îdlibê. Di îlona 2018an da Rûsyayê ji bo hêzdarkirina agirbestê li Soçiyê mitebeqata pêvek îmze kir.

Rûsya û rejimê di gulana 2019an da operasyon dan destpêkirin ku tevahiyê herêmê zeft bikin û gelek wargehên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê zeft kirin.

Herî dawîn Türkiye û Rûsyayê di 5ê Adarê da li Moskovayê mitebeqateke teze çêkirin.

Agirbesta ku gelek caran bi destê rejimê tê binpêkirin dewam dike. Di heyama 2017-2020î da kêmzêde 2 milyon sivîlî ji ber êrîşên rejim û Rûsyayê koçî herêmên nêzî sînorê Türkiyeyê kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE