Bi nîgarsaziyê derdê xwe û welatê xwe şîrove dike

Sewsen el Kermoya Sûriyeyî 21 salî ye û ji bajarokê tadêfê koç kiriye çûye bajarê el babê.

Bi nîgarsaziyê derdê xwe û welatê xwe şîrove dike

Sewsen el Kermoya Sûriyeyî 21 salî ye û ji bajarokê tadêfê koç kiriye çûye bajarê el babê. Ew ne dikare bibihîse ne jî dikare biaxive. Lê hunera wê ya nîgarsaziyê gelek pêşketiye. Ew bi resm û nîgarên xwe derdê xwe û welatê xwe şîrove dike.

Bi kaxiz û pênûsê êş û elema xwe bi cîhanê dide hisandin...

Navê wê Sewsen el Kermo ye.

Ew jî yek ji mexdûrên şerê Sûriyeyê ye.

Ji bajarokê Tadêfê koç kiriye çûye bajarê El Babê.

Li vir nîgaran xêz dike.

Ya di xeyalên xwe de bi nîgarxêziyê şîrove dike û nîşanî her kesî dike.

Mixabin, bivê nevê nîgarên wê bi giştî li ser şerê Sûriyeyê ne.

Bi taybetî jî eş û jana zarokên di nav şer de bi nîgaran şîrove dike.

Ji axaftina wê tiştek nayê fêmkirin, xwîşka wê jê fêm dike.

"Ez xwîşka sewsenê me, ez her tim ji ber wê ve diaxivim. Ez û ew êdî em bûne yek. Sewsen bi nîgarên xwe dengê xwe dibihisîne. Ya di dilê xwe de wisa şîrove dike û nîşanî me dide."

Destnîgar Sewsen ji rengan gelek hez dike û bêguman ji ber ku gel wê fêm nake xemgîn dibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE