Bi perçeyên ku ji wesayîdan mane maketan çêdike

Li Erdîşê hostayê temîrxaneyê bi perçeyên ku ji wesayîdan mane maketan çêdike.

Bi perçeyên ku ji wesayîdan mane maketan çêdike

Li Erdîşa Wanê hostayê temîrxaneyê bı perçeyên ku ji erebeyan mane, mekatan çêdike. Hostayê 53 salî dixwaze bi piştgiriya veberhênanan karê xwe bi pêş bixe.

Hostayê temîrxaneyê Suat Çekmez nêzî 40 sal in li temîrxaneyê dişuxile.

Hostayê 53 salî ligel karê xwe, perçeyên bermayî berhev dike û ji wan maketa-wesayîdan çêdike.

Suat Çekmez ji çêkirina van maketan gelek kêf digre.

Lê derfeta wî tune ye ku sineata xwe bi pêş bixe.

Suat Çekmez got”Ji zaroktiyê ve ez maketan çêdikim. Kêfa min gelek ji vî sineatî re tê. Hemû ji bo min manîdar in û qîmeta hemûyan li ba min cuda ye. Bi taybetî jî ev tanka ku min ji bo 15ê Tîrmehê çêkir ji bo min gelek manîdar e. ez dixwazim ji bo dewleta xwe yên mezintir jî çêkim.”

Heke veberdêrek li pişta wî derkeve, hostayê temîrxaneyê dê sineatê xwe bi pêş bixe

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE