Vê carê mamoste li ser dikê bûn… Li Midyada Mêrdînê mamosteyan projeya bi navê “bilêtek bi pirtûkekê” ye li dar xist. Di şevê de helbest û şano hebû û gelek pirtûk hatin komkirin.
Li Midyada Mêrdînê mamosteyan ji bo berhevkirina pirtûkan çalakiyeke têr û tijî li dar xist.
Mêvanan bi pirtûkekê bilêt kirî.
Ewilî mamosteyan helbest xwend.
Dûv re jî şanoya ku mamosteyan bi xwe nivîsandibû hat listin.
Welatiyên ji bo piştgiriyê hatibûn bi nimayîşê kêf kirin.
Midyadî dixwazin programên bi vî rengî her zêdetir bên kirin.