Hunermend Bengisu Muazzez Kurtuluş Mamosteya resman e û li Mersînê dijî. Ji zarokatiya xwe û vir ve him resman çêdike him jî koleksiyoner e. Muazzez Xanima ku protreyan çêdike tiştên berhev kirine datîne ser portreyan.
Bengisu Muazzez Kurtuluş li Mersînê dijî. Him hunermend e him jî mamosteya resman e.
Muazzez Xanim ji zarokatiya xwe û vir ve him resman çêdike him jî koleksiyoner e.
Portreyên heval û nasên xwe çê dike, pişt re jî tiştên ku derbarê wan de berhev kirine datîne ser portreyan.
Carna bi bilêteke otobusê carna jî bi name, fotoğraf an jî bi nivîsekê portreyan dixemilîne.
Li Tirkiyê û welatên din bi berhêmên xwe gelek pêşangeh vekirine.
Mamoste Muazez bi van xebatan him hunera xwe bi pêşve dibe him jî xwedî li bîranînên xwe derdikeve.