Gundiyekî Mûşî bi salan e amûrên kevn ên çandiniyê berhev dike. Havînan jî weke muzeyekê wan li bexçeyê xwe rêz dike û nîşanî xelkê dike. Werin em jî biçin muzeya li gundê Sironkê yê Mûşê.
Hin ji wan ji bav û kalên wî mane, hinek jî ji gundiyan berhev kirine.
Elî Polat bi salan e van amûrên kevn berhev dike.
Berhevkirina tiştên dîrokî ji bo wî hobiyek e.
Dixwaze kesên ku meraqa van amûran dikin werin û wan bibînin.