Bi salan e dixwest ji xwe re kafeyekê veke

Piştî salan miraza dilê Hatice Sayınê pêk hat û bû xwediyê pirtûkkafeyê

Bi salan e dixwest ji xwe re kafeyekê veke

Li navenda Elezîzê keça bi navê Hatîce Sayin bi salan xeyala cihekî pirtûk û kafeyê dikir. Herî dawî Hatîce Sayinê ji xwe re li navenda bajêr cihekî pirtûkkafeyê vekir. Niha gelek xwendekarên Elezîzê him di kafeyê de ji xwe re li dersan dixebitin him jî têr pirtûkan dixwînin.

Ev dîmenên kafeya keça bi navê Hatice Sayın in.

Hatice Sayın bi salan li pey xeyala xwe ya vekirina pirtûk û kafeyê bû.

Herî dawî Hatîceyê piştî kedeke mezin ji xwe re li navenda Elezîzê kafeyekê vekir.

Her wiha di vê kafeyê de ji bo bala mirovan belav nebe înternet jî tune.

kesên tên vê kafeyê him têra xwe ji xwe re li dersan dixebitin him jî têr pirtûkan dixwînin.

Ciwan û xwendekarên Elezîzê jî eleqeyeke mezin nîşanî vî cihî didin.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE