Geştiyar guh nadin sir û sermayê û berê xwe didin qesra dîrokî ya Îsheq Paşa. Gelek turîst û wênekêş tên serdana qesra dîrokî.
Qesra Îsheq Paşa di sedsala 17emîn de dest pê kiriye û di sala 1784an de jî qediyaye.
Qesra dîrôkî gava dibe zivistan jî di nav mij û berfê de xweşiktir dibe.
Geştyar ji bo dîtina qesrê ji bajar û welatên dûr tên Bazîdê, ji xwe re digerin, wêneyên qesra dîrokî digrin û bêhna xwe vedidin.
Qesr niha di lîsteya mîrateyên dinyayê ya UNESCO’yê de ye. Her wiha tirba şairê navdar û mezin ê xwediyê Mem û Zînê ya Ehmedê Xanî jî li wir e.
Ji bo dîtin û serdana Qesrê her sal bi sed hezaran turîst tên Bazîdê.