"Bila Dibistan Bê Pirtûkxane Nemînin"

Di çarçoveya projeyê de li Mûşê 140 pirtûkxane hatin avakirin.

"Bila Dibistan Bê Pirtûkxane Nemînin"

Li Mûşê di çarçoveya projeya "Bila DibistanPirtûkxane Nemînin" de li 140 dibistanan pirtûkxane hatin avakirin. Pirtûkxane ji aliyê Lîseya Pîşe û Teknîkê ya Anadolê hatin çêkirin.

Wezareta Perwerdeya Neteweyî li seranserê welêt bi navê "Bila Dibistan bê Pirtûkxane Nemînin" projeyek da destpêkirin.

Li Mûşê jî di çarçoveya projeyê de Lîseya Pîşe û Teknîkê ya Anadolê li navçeyên bajêr 177 dibistan tespît kirin.

Dibistanê dest bi çêkirina pirtûkxaneyan kir û 140 pirtûkxane hatin temamkirin.

Xwendekarên ku li dibistanên wan pirtûkxane hatine avakirin pir kêfxweş bûn.

Tê plankirin ku di nav demeke kurt de pirtûkxaneyên din jî werin çêkirin û teslîmî dibistanan bên kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE