Birca dîrokî yek ji sembolên bajêr e

Ji bo birca dîrokî ji turîzmê re were vekirin xebat didomin

Birca dîrokî yek ji sembolên bajêr e

Birca dîrokî di heyama Romayê de li ser perçeyekî zinar wek perestgehekê hat avakirin û di heyema Merwanîyan de jî tevî sûrên Dîyarbekirê hat kirin.

Birca Bizinê perçeyekî sûrên dîrokî ye û di nav 76 bircan de birca herî xweş û guzîde ye.

Birc di nav lîsteya Mîrata Çanda Cîhanê ya UNESCOyê de cî digire. di sala 2004an de jî hatibû restorekirin.

Li alîyekî bircê Pira Dîrokî ya Dehderî û Girê pîroz heye, li alîyekî jî bi çemê Dîcleyê û Bexçeyên Hevselê xwediyê dîmenên gelekî xweş e.

Ji bo birc were vekirin hemû xebatên otopark û serastkirinên derûdorê bi lez û bez didomin.

Gava ev birca dîrokî were vekirin hem wê turîzm geş bibe, hem jî wê kar û barên esnafan baştir bibe.

Birca ku ji aliyê turîstan ve herî zêde balê dikişîne; piştî 3 sal û nîvan, niha li benda roja vekirinê ye.

Dîroka nûkirinê: 11 Hezîran 2019, 11:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE