Biryar e Qesra Heranê sala bê ji bo serdanên geştiyarî bê vekirin

Biryar e Qesra Heranê sala bê ji bo serdanên geştiyarî bê vekirin

Qesra Heranê ya li Herana navçeya Şanliurfayê ku yek ji kevintirîn cihê nîştecêbûna dîrokê ye ku ji Serdema Navîn maye û di lîsta Berwext a Mîrata Cîhanê ya UNESCOyê de ye, biryar e sala bê ji bo serdan bê vekirin.

Hîndekarê Beşa Şûnwarnasiyê ya Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Heranê û Serokê Kolana Kavilgeha Heranê Prof. Dr. Mehmet Onal ji nûçegihanê AAyê re ragihand ku di kordînasyona Walîtiya Şanliurfa û Rêveberiya Muzeyê Şanliurfayê de bi fînasmana Wezareta Çand û Geştiyariyê, herwiha bi piştevaniya Serokomatiya Saziya Dîroka Tirkî, Şaredariya Mezin a Şanliurfayê, Zanîngeha Heranê û Qaymeqamtiya Heranê, ev 9 sal e kolanên vê kavilgehê berdewam in.

Onal destnîşan kir ku xebatên li Qesra Heranê seranserê salê dewam kirine, li vêder ji dewra Împeratoriyeta Romaya Rojhilat, Emewî, Etabegiya Zengiyan û Eyubiyan pêrgî bermayiyan bûne û got, "Li hewşa qesra kelehê bi qasî nêzîka 8 metroyan axa çandê ya hişk heye. 4 metroya berahî ya kavila 2 qatan e, yê mayî jî ji aliyê nîştecihan ve hatiye çêkirin. Di lêkolînên xwe yên arkeolojîk de em sûdê ji teknolojiyê jî distînin. Pergala banda barhilgir ya bi qasî 60 metroyî dirêj, axê yekser vediguhêze derveyî kelehê. Ev jî di warê xebata me ya kolanê de ji bo me dibe asankarî."

- Me kolanên nava qesrê zêde kirine

Onal anî ziman ku di kolanên xwe yên pêştir de hemamek û burceke çarçikî derxistine holê û kolanên nava qesrê zêde kirine.

Onal herwiha destnîşan kir ku di miyana xebatan de eywan, hol, ode derketine holê, di destpêka îsal de wan eywanek û 1 ji 4 odeyên ku ber bi hewşê ve vedibin vekirine û got, "Ev ode nêzîka 7 metroyan bilind û 5 metroyan jî fireh bûye. Tev de ber bi hewşê ve vedibin. Me kolanên nava qesrê zêde kirine. Emê hêdî hêdî bigihn odeyên din. Em difikirn ku ev ode yên rêveber, rayedar û fermandaran bûne."

Prof. Dr. Onal anî ziman ku Qesra Heranê weke nuha ji bo serdanên geştiyarî girtî ye û wiha pê de çû:

"Nuha geştiyar nikarin Qesra Heranê bibînin. Kolankarî didome û divê hinek xebatên restoreyê biqedin. Dema qediyan dê geştiyar bikaribin werin serdanê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE