Li Entabê bi cawê kutniyê ku qumaşekî kevnare ye, gelek tişt tên çêkirin. Hin hosteyên modayê, ji qumaşê kutniyê bûkanî sêwirandin. Di sektora modayê de cara ewil ev hatin çêkirin.
Cawê Kutniyê wek cawê qesrê tê zanîn û li Entabê gelekî navdar e.
Hosteyên Modayê ji bo ku ev kevneşopiya bi hezaran salî neyê jibîrkirin dest bi xebatan kir.
Hosteyan bi Qumaşê Kutniyê û motîfên cuda bûkanî çêkirin.
Hostayên Entabî dixwazin ev bûkanî li seranserê welêt belav bibin û çanda bajêr bê nasîn.