Çalakiya Çavdêriya Asîman a Zêrzevanê dest bi ezimandina mêvanên xwe kir

Çalakiya Çavdêriya Asîman a Zêrzevanê dest bi ezimandina mêvanên xwe kir

Çalakiya Çavdêriya Asîman a Zêrzevanê ku ev cara duyemîn e tê kirin û îsal bi dirûşmeya "Rawestgeha li Asîman Mêzekirinê" va dest bi ezimandina mêvanên xwe kir wê 4 rojan dewam bike.

Bi pêşîkêşiya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û piştgirî û alîkariya Wezareta Ciwanî û Werzişê, Wezareta Çand û Turîzmê, Ajansa Fezayê ya Tirkiyeyê, Walîtiya Diyarbekirê, Ajansa Pêşketina Qerejdaxê û Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û her wiha bi kordînasyona TUBÎTAKê organîzasyonê dest pê kir.

Çalakiya ku wê hezkiriyên asîman bîne cem hev di navbera 9-12ê Hezîranê da li Keleha Zêrzevanê ya li Diyarbekirê ya ser navçeya Çinarê ye îro dest pê kir.

Çalakiya Çavdêriya Asîman a Zêrzevana Diyarbekirê awayek fermî wê bi beşdariya Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank û Wezîrê Ciwanî û Sporê Mehmet Muharrem Kasapoglu va ber bi êvarê dest pê bike.

Waliyê Diyarbekirê Alî Îhsan Su, Serokê Ofîsa Veguherîna Dijîtal a Serokomariyê Alî Taka Koç, Serokê TUBÎTAKê Hasan Mandal û her wiha zêdeyî hezarî ciwan dê digel malbatên xwe beşdarî çalakiyê bibin.

Balyozên gelek welatan ên li Enqereyê, gelek rojnamegerên biyanî jî dê bernameyê bişopînin.

Di çarçoveya bernameyê da gelek çalakiyên wekî xebatên atolyeyê, çavdêriya teleskopê, sohbetên astro û konser dê bên lidarxistin. Beşdarbûyiyên bi pişkê hatin kifşkirin jî di konên li dewrûbera kelehê hatin vegirtin da hêdî hêdî bi cî dibin.

Kelha Zêrzevanê ya xwedî dîrokeke 3 hezar salî ye li Tirkiyeyê di nav 10 ciyên ku lê çavdêriya asîman tê kirin da cî digire. Ji alî UNESCOyê va di sala 2020î da tevlî nav Lîsteya Berwext a Mîratên Dinyê hat kirin û keleh bi Perestgeha Mîthrasê ya li ser xwe dihewîne va bala ziyaretvanan dikişîne.

- Bi konser û organîzasyonên zanistî va wê beşdarbûyî şa bibin

Di roja vekirinê da Serokê Ajansa Fezayê ya Tirkiyeyê Huseyîn Yildirim, di çarçoveya bernameyê da wê qala Bernameya Fezayê ya Neteweyî û kar û xebatên di vê qadê da tên kirin bike.

Serokê Kolandina Kelha Zêrzevanê Doç. Dr. Aytaç Coşkun seranserê sê rojan der heqê Kolandinên Zêrzevanê da agahiyê bide beşdarbûyiyan. Du roj jî wê li pêş kelhê ji bo beşdarbûyiyan konser bê dayîn.

Di çalakiyê da zanyar wê bi sernavên wekî Gerstêrkên Din, Teknolojiyên Peykê, Stêrkên Eynikan, Qirêjiya Ronahiyê, Em Asîman Nas Bikin, di Mijarên Sereke yên Astrnomiyê da Şaşiyên ku Rast Tên Zanîn, Li Asîman Çi Heye, Astroîtên ku Nêzî Rûyê Erdê Dibin, Nixûmandina Stêrkan, Hewaya Fezayê, Pulsar û Çalereş, Lêkolînên Cemseran ji beşdarbûyiyan ra pêşkêşiyan bikin.

Di bernameyê da astronomên profesyonel û amator wê asîman tedqîq bikin û li benda derketina stêrkan bisekinin. Beşdarbûyî wê li Perestgeha Mîthrasê der barê xebatên astronomiyê yên ku bi hezaran sal berê hatin kirin da wê agahiyê bistînin. Bi vîzyona Bernameya Fezayê ya Neteweyî tê xwestin ku eleqeya ciwanan li ser fezayê zêde bibe. Di çalakiyê da wê semîner werin dayîn, pêşbazî werin lidarxistin û li ser zanista fezayê gelek fealiyetê wê werin kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE