"Çalakiya Çavdêriya Asîman a Zêrzevanê" eleqeya ji bo keleyê zêde kir

"Çalakiya Çavdêriya Asîman a Zêrzevanê" eleqeya ji bo keleyê zêde kir

Çalakiya Çavdêriya Asîman a Zêrzevana Diyarbekirê ya îsal cara duyem hat lidarxistin bi dawî bû, lê tesîreke wê ya baş gihîşt ser turîzma herêmê.

Çalakî bi piştgirî û alîkariya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê, Wezareta Ciwanî û Werzişê, Wezareta Çand û Turîzmê, Ajansa Fezayê ya Tirkiyeyê, Walîtiya Diyarbekirê, Ajansa Pêşketina Qerejdaxê û Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û her wiha bi kordînasyona TUBÎTAKê di 9ê hezîranê da hat lidarxistin û 4 rojan dewam kir.

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank û Wezîrê Ciwanî û Werzişê Mehmet Muharrem Kasapoglu jî beşdarî çalakiyê bûn.

Di vê çalakiya ku ji 7 salî bigire heta 77 salî ji her temenî însanan eleqeyê nîşan dayê da qedera 5 hezar şêniyên Diyarbekirê li Zêrzevanê çavdêrî kirin.

Piştî vê çalakiyê eleqeyek li ser keleya dîrokî çêbû û bendê ne ku îsal di hejmara ziyaretvanan da zêdebûnek çêbibe.

- Heta dawiya salê 500 hezar ziyaretvan dibe ku bên

Serokê Kolandina Kela Zêrzevanê Doç. Dr. Aytaç Coşkun ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand raçavkirina asîman a li keleyê xwedî meneyeke baş bû.

Coşkun bal kişande xebatên astronomiyê yên li Perestgeha Mîthrasê û wiha got: "Gelek motîfên li ser dîwarên Mîthrasê hatine neqişandin der barê gêrstêrk û stêrkan da ne. Em dizanin ku Mîthrascî hemû jî pisporên astronomî û zanista fezayê bûn. Ji ber vê çalakiya li vir pir girîng e. Çalakiyê 4 rojan dewam kir. 3 şevan ji saet 8an heta serê sibê 4an asîman, stêrk, gerstêrk û galaksî hatin temaşekirin, pisporan agahî da beşdarvanan û gelek çalakî jî hatin lidarxistin."

Coşkun got çalakî bû sedema nasandina keleyê û wiha dewam kir: "Par şewb hebû, lê piştî şahiyên asîman hejmara ziyaretvanan 2 qat zêde bû. Îsal jî em wisa texmîn dikin ewê 3-4 qat zêde be. Ev ji bo navê keleyê û turîzma bajêr û herêmê pir girîng e. Par 274 kes hatibûn ziyaretê, îsal di nav 5 mehan da 150 hezar kes hatin. Armanca me ew e ku em heta dawiya salê bigîhêjin 500 hezar ziyaretvanan."

"Tûrên ku bi tenê ji bo Zêrzevanê tên herêmê hene"

Coşkun diyar kir, li kelehê 12 mehan xebatên kolanê dewam kirin û wiha got, "Ji sala din û pê va her sal êdî milyonek ziyaretvan dê bên dîtina Keleha Zêrzevanê. Çalakiya çavdêriya asîmanî û her wisa destînasyona girîng a kelehê dê gelekî bi kêrî turîzma herêmê û ya Diyarbekirê were. Tûrên ku bi tenê ji bo Zêrzevanê tên herêmê hene. Dawiya hefteyan carinan 25 otobusên tûrê tên kelehê."

Astronom Kadir Uluç ê pisporê biqidem ê ji Çavdêrxaneya Neteweyî ya TUBÎTAKê jî diyar kir ku ev 25 sal e ew çalakiyên çavdêriyê dikin û her wisa ew plan dikin ku van çalakiyan belayî tevahiya Tirkiyeyê bikin.

Uluç got ku wan par çalakî li Keleha Zêrzevanê kir û gava ewil avêt û wiha dewam kir:

"Me par di çalakiyê da 500 beşdar ezimandin. Tevî gelê Diyarbekirê em gihîştibûn 3 hezar kesî. Li vir em di hundirê berhemeke arkeolojîk da ne, lê em arkeolog û astronom heman tiştî dikin. Em dema li stêrkan dinihêrin, em raboriyê dibînin. Arkeolog jî erdê dikolin û hewl didin raboriyê ronî bikin. Lewma jî wekî konsept, em du şaxên zanistê yên nêzîkî hev in. Îsal di çalakiyê da astronoman der heqê astronomiyê da perwerde dan. Ji bo zarokan atolyeyên astronomiyê hatin lidarxistin. Bi şev bi 30 teleskopan asîman hat temaşekirin.

Hejmara gelê ku beşdar dibe jî zêde dibe. Par 3 hezar bû, lê hejmar îsal ji 5 hezarî derbas bû. Eleqeya Diyarbekiriyan sal bi sal zêdetir dibe. Însanan gava bi teleskopê li asîman, li stêrkan nihêrîn, hinekan kir qêrîn, hinek pir kelecanî bûn, yên ku giriyan jî min dîtin. Ev yek, çalakiyên çavdêriya asîman cazib dike û kêf û coşê dide."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE