Çalakiyên Hefteya Muzeyan

Tablo û berhemên xiristiyanan di pêşaneyê de hatin nîşandan.

Çalakiyên Hefteya Muzeyan

Li Muzeya Semsûrê, di çarçoveya hefteya muzeyan de tablo û berhemên xiristiyanan hatin pêşandan. Rayedarên bajêr û gelek welatî hatin muzeyê û pêşane ziyaret kirin.

Li seranserê welêt ji bo Hefteya Muzeyan çalakî û bernameyên cuda tên lidarxistin.

Midûriya Muzeya Semsûrê jî ji bo hefetaya muzeyan tablo,fosîl, îkona û berhemên ku aîdê dînê xiristiyanan in nîşan dide.

”Muzeya Semsûrê pêşaneyeke girîng vekir. Fosîl, îkona û berhemên xiristiyanan tên pêşandan. Girîngiya Muzeya Semsûrê her ku diçe zêdetir dibe.”

Midûrê müzeye Mehmet Alkan got di pêşaneyê de fosîla diranên masiyan ên 55 milyon salî jî heye.

Welatî ger bixwazin dikarin biçin muzeyê ziyaret bikin û van berheman bibînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE