Çalakiyên roja hemşîreyan

Tîmên tenduristiyê şano pêşkêş kirin û konser dan.

Çalakiyên roja hemşîreyan

Hemşîre hem fedakarin hem jî barê wan pir giran e. Ew xebatkarên tenduristiyê vê carê bi perfonmansa huner û muzîkê derketin pêş.

Hemşîreyên li Diyarbekirê wazîfeyê dikin vê carê qabîliyeta xwe ya muzîkê nîşan dan.

Li Neweşxaneya Gazî Yaşargil di çarçoveya roja hemşîreyan de çalakiyeke rengîn hat lidarxistin.

Midûrê Tenduristiya Diyarbekirê Cihan Tekîn belgeya serfiraziyê li hemşîreyan belav kir.

Pişt re hemşîreyên jêhatî derketin sehneyê.

Xebatkarên tenduristiyê şanoyek pêşkêş kirin.

Hemşîreyan konser da û bi zimanê Tirkî û Kurdî stran gotin.

Hemşîreyan daxwazeke xwe jî anîn û gotin dema wezîfeyê dikin naxwazin bi tundiyê re rû bi rû bimînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE