Çalakiyên Şaredariya Şirnexê

Şaredariya Şirnexê ji bo zarokan him pêşbaziya xwendina qur’ana pîroz, him jî mihrîcan li dar xistin.

Çalakiyên Şaredariya Şirnexê

Betlaneya havînê ya zarokan diqede û saziyên ku ji bo zarokan bername amade kirin, bi çalakiyên cur bi cur xilas dibin. Şaredariya Şirnexê jî ji bo zarokan him pêşbaziya xwendina qur’ana pîroz, him jî mihrîcan li dar xistin.

Zarok hêvîya welêt in.

Loma jî di her betlaneya havînê de gelek sazî, ji bo ku zarokan perwerde bikin û hişmendiya wan zêde bibe faaliyetên cûda li dar dixin. Yek ji wan jî Şaredariya Şirnexê ye. Şaredariyê ji bo zarokan perwerdeya Qur’ana pîroz dabû destpêkirin.

Niha betlane diqede û Şaredariyê di navbera zarokan de pêşbaziya xwendina Qur’anê li dar xist.

Her wiha bi organîzasyona Belediya Şirnexê û Mala Çandê ya Ciwaniyê ya GAP’ê, duyemîn Mihrîcana Zarokan hat lidarxistin.

Zarokan bi çalakiyên delal û lîstikên cur bi cur têra dilê xwe kêf kir.

Dîroka nûkirinê: 15 îlon 2018, 16:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE