Çanda bi sedan salan dewam dike

Li Şırnakê keç bi cilên gelêrî hilberîna çandî dikin.

Çanda bi sedan salan dewam dike

Li Navenda Piştgiriya Malbatê ya Şırnakê keçên ciwan bi cilên xwe yên gelêrî berik û berhemên destkariyê yên çandî çêdikin. Dixwazin çanda wan a bi sedan salan a herêmî her tim li ser xwe be û neyê jibîrkirin.

Ciwanên bajarokê Dêrahînê yê Uludereya Şırnakê çand û kelepora xwe diparêzin û nahêlin bê jibîrkirin.

Li navenda piştgiriya malbatê ya bajarokê 45 xwendekarên ciwan hene.

Ciwan bi cilên xwe yên gelêrî berik û berhemên ji hev delaltir çêdikin.

Li navendê tevî berikan poşî û berhemên din ên gelêrî jî tên çêkirin.

Bi saya navenda ADEM’ê him keç hunera xwe nîşan didin him jî çanda xwe ya qedîm diparêzin.

Berhemên ku ji navendê derdikevin bi sîparîşan tên firotin.

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2020, 15:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE