Enstîtûya Pêşxistinê ya Vanê jı bo çand û hunera herêmî neye jıbîrkirin, bênavber dixebite. Şagirtên enstîtûyê him berhemên herêmî arşîv dikin him jî ji bo danasînê difroşin.
Van, him bi dîroka xwe ya kevn him jî bi çand û zineata xwe ya herêmî bajarekî dewlemend e.
Ev çanda dewlemend a bajêr bi destê van şagirtan jî wê bigihêje nifşên nû.
Şagirtên Enstîtûya Pêşxistinê ya Vanê ji bo çand û hunera herêmî were nivîsandin û zineata dewlemend a bajêr neye jibîrkirin dixebite.
Ji heyama Urartuyan û vir ve kîjan karên destan hatibin kirin, li gorî eslê xwe careke din çêdikin û dineqşînin.
Berhemên ku li virê tên çêkirin di dawiya salê de di pêşaneyê de tên firotin.
Her wiha yên dixwazin dikarin li ser înternetê jî bikirin.