Li Wanê çalakiyên Shopping Festê bi coşeke mezin dewam dikin.
Ji Îranê gelek tûrîst beşdarî çalakiyan dibin.
Loma ji bo zêdetir bala gelê Îranê bikişîne carinan çanda wan jî tê pêşkêşkirin. Yek ji wan jî çanda “Sifreya Heftsînê” ye.
Sifreya Heftsînê di her Newrozê de ji aliyê gelê Îranê ve tê danîn.
Di Sifreya Heftsînê de heft cure tiştên wek Sêv, Sebze, Simaq, Sîr, Sîkke, Sincêr, Semenû ango helew hene. Ev hemû jî xwedî wate ne.
Her wiha di hin otelên li Wanê de jî ev “Sifreya Heftsînê” tê danîn.