Hüseyin Bilal Özenê neyjen, li Elazığê di atolyeya xwe de enstrumana neyê çêdike. ozen ev 35 sal in li neyê dixe û bê pere perwerdeyê dide kesên ku dixwazin pifkirina neyê hîn bibin.
Dengê neyê wek muzîka dergeh û tesewûfê tê zanîn û dengekî wê yê henûn heye.
Hüseyin Bilal Özen li Elazığê ev 35 sal in li neyê dixe û 15 sal in jî di atolyeya xwe de neyan çêdike .
Neyjenê xwedîtecrûbe odeyeke mala xwe kiriye atolye û ji bo kesên ku dixwazin hinî lexistina neyê bibin bêpere neyan çêdike û kursê dide wan.
Bilal Özen dibêje, ez dixwazim çanda muzîka tesawûfê û dergahê neyê jibîrkirin.
“Ev 35 sal in ez li neyê dixim. Ev 15 sal in jî ez neyan çêdikim. Min di bin mala xwe de odeyek kir atolye. Ez ji bo kesên ku dixwazin hinî lêxistina neyê bibin bê pere neyan çêdikim û kursê didim wan. Di dergahan de musîkî kevneşopiyek e. Ez dixwazim ev çand neyê jibîrkirin.”
Xwendekar jî ji hinbûna neyê gelekî kêfxweş in.