Li Cizreyê û seranserê herêma badînan, mêr, şal û şepikan li xwe dikin. Navenda Perwerdeya Gel a Cizreyê, ji bo ev çanda qedîm neyê jibîrkirin atolyeya şal û şepikan vekir.
Di çanda Kurdan de şal û şepik cihekî taybet digre…
Ev cil, li herêma Botan, bi destê jinan digihije nifşên nû.
Seba ev çanda qedîm nêyî jibîrkirin, li Cizreyê, Midûriya Perwerdeya Gel, atolyeya şal û şepikan vekir.
Di otelyayê de 15 jinên kursiyer hene.
Di vê atolyeyê de li Tirkiyê cara yekemîn qumaşê “sof” jî hat dirûtin.