Li Cizîra Botan û seranserê herêma Badînan mêr wek çandeke qedîm şal û şapikan li xwe dikin. Li Şirnexê bi piştgiriya Midûriyeta Perwerdeyê, Zanîngeha Şirnexê û Ajansa Pişketinê ya Dîcleyê, bi keda jinan şal û şepik tên çêkirin. Şal û şepikên ku li vir tên dirûn, ji bo herêma Kurdistanê tên îxrackirin.
Di çanda Kurdan de şal û şapik cihekî taybet digre.
Ev çand li gelek deverên herêma Botan û Badînan hêj jî dewam dike.
Li Şirnexê bi tevkariya Midûriyeta Perwerdeyê, Zanîngeha Şirnexê û Ajansa Pêşketina Dicleyê şal û şepik tên çêkirin.
Li ser qada 500 metreçarçikî 15 dezgeh hatine danîn.
15 hosteyên hîndekar ligel 36 kursiyerên meslekî şal û şepik tên çêkirin.
Xwendekar 3 rojan diçin dibistanê, 2 rojên din jî li atolyeyê dixebitin.
Şal û şepikên ku li vêr tên dirûn ji bo Herêma Kurdistanê tên firotin