Li Cizîra Botan û seranserê herêma badînan mêr wek çandeke qedîm şal û şapikan li xwe dikin. Navenda gel a perwerdeyê jî ji bo ku ev çand neyê jibîrkirin atolyeya çêkirina şal û şepikan vekir. Di atolyeyan de perwerdeya çêkirina şal û şapikan tê dayîn.
Di çanda Kurdan de şal û şapik cihekî taybet digre.
Ev çand li gelek deverên herêma Botan û Badînan hê jî dewam dike.
Li Şirnexê, Midûriyeta Perwerdeya Gel atolyeya şal û şepikan vekir.
Navendê ji bo ku ew çanda qedîm nêyî jibîrkirin, di atolyeyan de kursa dûritina şal û şepikan da destpêkirin.
Di otelyayê de 20 kursiyer û 4 hoste hene.
Xebatkarên atolyê ji karê xwe hez dikin û dixwazin ev çanda kevnare neyê jibîrkirin.