Goreyên wek pêlavan li herêmê pir navdar in. Li Bilîsê bi sedan sal in ev çand heye. hosteyek ev 24 sal in xarûkan çêdike.
Xarûk ji hiriyê çêdibe û nîv gore nîv pêlav e. Bi taybetî jî nexweşên bawî van goreyan dixin piyên xwe.
Havînê hênik, zivistanê jî germ dike. Lê li Bilîsa ku ev bi sedan sal in xarûk tên çêkirin tenê çend hoste mane.
Haydar Yilmaz jî yek ji wan e. Haydar Yilmaz ev 24 sal in xarûkan çêdike. Xelkê herêmê êdî wî nas dike.
Xarûk bi temamî bi destan tê çêkirin. Hoste cota xarûkan di 4 rojan de çêdike.