Cara ewil çûn sînemayê

Şaredariya Erdîşê xwendekar birin sînemayê.

Cara ewil çûn sînemayê

Şaredariya Erdîşê ji bo xwendekarên bajêr projeyek li dar xist. Di projeya rojên sînemayê de zarokên ku berê qet neçûne sînemayê birin sînemayê.

Şaredariya Erdîşê ji bo zarokan rojên sînemayê da destpêkirin.

Şaredariyê ji bo xwendekarên ku berê qet neçûne sînemayê bernameyek amade kir.

Di çarçoveya bernameyê de xwendekar tevî hevalên xwe çûn sînemayê û li fîlm temaşe kirin.

Xewendekarên ku beşdarî bernameyê bûn, li vir têra dilê xwe kêf kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE