Şirnex yek ji wan bajara ye ku gelek ciwanên wê hene. Lê li bajêr heta niha qet sînema nehatibû çêkirin. Ji bo şirnexiyan cara ewil sînemayek hat avakirin. 2 salonên sînemayê hene û xelkê şirnakê wê têra xwe li sînemayan temaşe bikin.
Nifûsa herî zêde a ciwanan li Şirnaxê ye.
Lê tevî vê yekê li bajêr sînema tunebû.
Cara ewil e li bajêr sînemayek hat çêkirin.
Sînema ji 2 salonan pêk tê.
Ciwan bi kelecaneke mezin li benda roja vekirinê ne.
Tê payîn sînema piştî cejnê dest bi xizmetê bike.