Çayxane bû hunerxane

Çayxaneya ku ji ber pandemiyê hatibû girtin bû cihê hunerê

Çayxane bû hunerxane

Li Hakkariçayxaneyek ji ber vîrûsa koronayê hat girtin. Perwerdekara beşa huneran a zanîngeha Hakkariyê firdevs sağlam jî rabû çayxaneyê kir hunergeh... Niha ew tê de him berheman çêdike, him jî ciwan perwerde dike.

Çayxaneya berê bû mala huneran.

Ev guherîna xweşik li Hakkariyê çêbû.

Çayxane ji ber pandemiyê hat girtin.

Perwerdekara Beşa Resim û Hunerên Xweşik a Zanîngeha Hakkariyê Firdevs Sağlamê jî ji bo mala hunerê zend û bendên xwe badan.

Piştî ked û xebateke mezin çayxane bû warê hunerê.

Akademisyen Firdevs Sağlam Di serî de ez dixwazim vê bêjim, divê hunermendek li kû derê dibe bila be, berhemên xwe nîşan bide û bixebite. Min jî ji bo vê yekê çayxaneyeke li navenda bajêr kir mala hunerên xweşik û atolye.

Niha ew him tê de berheman çêdike û pêşkêşî ziyaretvanan dike, him jî ciwanên bajêr dielimîne hunerê.

Bi xêra atolye û hunergehê him berhem tên nîşandan, him jî ciwan hînî hunerê dibin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE