Çêkirina xalîçeyên Gazîentabê bi destê zanîngehê fêrî nifşên nû dikin

Li Gazîentabê xalîçeyên ku berê zêde dihatin çêkirin, lê îro kêm bûne bi destê Navenda Pêşxistin û Parastinê ya Hunerên Destan a Zanîngeha Gazîentabê cardin zindî dibe.

Çêkirina xalîçeyên Gazîentabê bi destê zanîngehê fêrî nifşên nû dikin

Li Gazîentabê berê di 7 hezar dezgeyan de xalîçe dihatin çêkirin, lê di roja me de çêkirina wan her ku diçe kêm dibe.

Li Navenda Pêşxistin û Parastinê ya Hunerên Destan a Zanîngeha Gazîentabê perwerdeya xalîçeçêkirinê dide mirovan ku ev pîşe ji holê ranebe.

Berê pirç, mû û hiriya ga, hêştir, hesp, mih û bizinan va xalîçeyên Entabê dihatin çêkirin. Lê îro bi tayên akrîlîk, qedîfe û polyester va xalîçeyên rengîn tên çêkirin.

Di xalîçeyan de neqşên baskê çûkan, perçeyê peqlaweyan û cureyên din tên çêkirin.

Ahmet Ozbekê (50) li Navenda Pêşxistin û Parastinê ya Hunerên Destan a Zanîngeha Gazîentabê mamoste ye ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand berê li bajêr di 7 hezar dezgeyan de xalîçe dihatin çêkirin, ev kar jî karê bav û kalê wî ye.

Ozbek got xalîçe berê gelekî dihatin bi kar anîn, di mala her kesî de dezgehek hebû û wiha axivî: "Li bajêr çêkirina xalîçeyan di nav çar û pênc pîşeyan de pîşeyekî girîng bû. Qîza xwe nedidanê kesê ku xalîçe çênedikirin."

Ozbek behsa rewşa niha kir û got ew ji sibê hetanî êvarê anxaç xalîçeyekî çêdike, lê dezgeyên mekanîk niha zû bi zû xalîçeyan çêdikin û wiha dewam kir: "Ji bo ku ev huner bijî ez hatim zanîngehê. Ez hê jî hewl didim. Armanca me ew e ku kesên hunerên destan diparêzin û pêşva dibin zêde bibin. Em tecrube û zanîna xwe hînî hevalên xwe yên li vir dikin. Xebatkarên zanîngehê, xwendekar dema bixwazin tên perwerdeyê dibînin."

Mamoste Ozbek got ji bilî xebatkar û xwendekarên zanîngehê mehkûmên ji serbestiya bikontrol sûdê werdigrin, kesên ji beşa endezyariya tekstîl û xalîçeyê û welatiyên vî karî meraq dikin jî tên navendê ku hînî vî pîşeyî bibin.

 

 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE