Cihên dîrokî vala ne

Muzeya servekirî Ahlat dawiya heftê bêdeng bû...

Cihên dîrokî vala ne

Ji ber qedexeya derketina derve ya dawiya heftê cihên geşt û gerê vala bûn. Cihê turîstan Ahlata Bitlisê ya dîrokî jî van rojan bêdeng e.

Ahlata Bitlisê weke muzeyeke servekirî ye.

Goristanên eskerên selçuqiyan, kumbet û şikeftên kevn…

Dîrokhezên ku ji çar aliyên dinê tên serdana vê derê; dîroka Selçukiyan dibînin.

Lê ji ber qedexeya derketina derve, dawiyê heftê ev der vala bû.

Li navendê piraniya dikanan girtî ye û hema hema tu kes dernakeve derve..

Ne dengê wesaîtan tê ne jî dengê xirecira li sûkê.

Ahlata dîrokî ji ber tevdîrên şewbê bêdeng e. Hûr û gir her kes li bendê ye ku ev rewş biguhere û bibe wekî berê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE