Li Vanê 24 kes 6 meh xebitîn û bi motîfên Ûrartuyan cil û bergên gelek rengîn çêkirin. Niha ev ekîb plan dike ku van cil û bergan li defîleyekê de pêşkeş bike.
Fîstan, êleg û kirasên tenik… Cil û bergên rengîntir û ji hev xweşiktir…
Ev cil û berg bi neqşên ji dewra Ûrartuyan, ji nû ve hatin çêkirin.
Motîfên 2 hezar û 700 sal berê, li Vanê bi destê ekîbeke ku ji 24 kesan pêk tê, hatin çêkirin.
Ekîb 6 meh xebitî û cil û bergên curbecur dirûtin.
Eleqeya gel jî ji bo cil û bergan zêde ye.Ji niha ve gelek sparîş tên.
Her wiha ji bo cil û bergên ku bi motîfên Ûrartuyan hatine çêkirin, tê plankirin ku defîleyek bê kirin û ev kinc li wir bên pêşkeşkirin.