“Çima ji Midyadê DJ dernekevin?”

DJ Emrah Karaduman ji bo zarokên gundan pola muzîkê ava kir

“Çima ji Midyadê DJ dernekevin?”

Her yek ji wan ji gundekî cuda tê vê dibistanê…

Belkî jî wê ji nav wan gelek hurmendên jêhatî derkevin.

DJ û prodûktor Emrah Karaduman jî bi vê hişmendiyê bi ekîba xwe çû serdana dibistana gundê Narlıyê Midyadê.

Karaduman deste vala jî neçû, ji bo ji zarokan re poleke muzîkê ava bike bi xwe re gelek ensturman jî birin.

Ji bo bala zarokan bikşîne, li ser diwarên polê jî wêneyên enstrumanan çêkirin.

Herî dawî jî bi xwendekaran re klîbek kişand. Di klîbê de zarok ji xwe re kêf dikin û hînî DJ’iyê dibin.

Bi çalakiyê him kêfa xwendekaran him jî ya mamosteyên dibistanê hat.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE