Cisnê mêşinên Nordizê tê parastin û bi saya berxan li hev zêde dibin

Cisnê mêşinên Nordizê tê parastin û bi saya berxan li hev zêde dibin

Di bin banê Navenda Sepandin û Lêkolînê ya Heywandariyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê da hejmara mêşinên Nordizê tên zêdekirin.

Mêşinên Nordizê yên ku 13 parsûyên wan hene bi hin taybetiyên xwe ji mêşinên din cihê dibin.

Mêşinên Nordizê yên ku li Gurpinara navçeya Wanê tên xwedîkirin bi saya xebatên zanîngehê cisnê wê tê parastin û li hev tên zêdekirin.

Midûrê Navenda Sepandin û Lêkolînê ya Heywandariyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Prof. Dr. Cumalî Ozkan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ev mêşin li Nordiza herêma navçeya Gurpinarê tên xwedîkirin."

Prof. Dr. Cumalî Ozkan diyar kir ev mêşin gorî mêşinên din bilind û gir in û wiha axivî, "Goşt û şîrê wan zêde ye. Mêşinên din 12 parsûyê wan hene, lê yên van mêşinan 13 parsû hene. Serê wan qerqaş yan jî gewr e. Beranên Nordizê qiloçên wan hene û hin mêşin jî biqloç in. Dawa wan mezin e û şelt in."

Ozkan diyar kir li Navenda Sepandin û Lêkolînê ya Heywandariyê 120 mêşinên Nordizê hene û got ku em her sal ji bona xwedî bikin 100 berxî didin kesên pêz xwedî dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE