Pıştî ku betlaneya sumestrê dest pê kir, ciwanên Silopiya Şirnexê jî berê xwe didin kursên muzik û enstûrmanan. Ciwanên Silopiyî, di kursan de him dersên tembûr û gîtarê dibînin, him jî bi hevalên xwe re wexteke têr û tijî derbas dikin.
Li Silopiyê, piştî derstpêkirina betlaneya sumestrê ji bo ciwanan kursên muzîkê hatin vekirin.
Di kursên Navenda Ciwanan a Silopiyê de bi taybetî jî dersên tembûr û gîtarê gelek balê dikişînin.
Ciwanên ku tên kursê, him hînî lêdana tembûr û gîtarê dibin, him jî bi hevalên xwe re mihabetê dikin.
Kursiyer dibêjin: “Bi saya kursan betlaneya me têr û tijî derbas dibe û em hînî hunerekê dibin.”