Cafeya pirtûkan a Erdîşa Wanê, di heyama koronayê de zêdetir bi kêrî xwendekaran hat. Li bajêr, salê herî kêm 35 hezar xwendekar tên vê cefeyê; li vir him dersê dixebitin û pirtûkan dixwînin him jî bi hevalên xwe re tên ba hev.
Li Erdîşa Wanê, di cafeya pirtûkan de hemû mase tijî ne.
Ciwan ji aliyekî ve dersê dixebitin ji aliyekî ve îkramên ku beleş tên dayîn dixwin û vedixwin.
Qeymeqamê navçeyê Nurî Mihemmed begoxlu ji bo ku bi ciwanan re were ba hev serdanî cafeyê kir.
Di heyama koronayê de ji ber ku ciwan nekarîn biçin dibistan û zanîngehê zêdetir wextê xwe li vir derbas kirinn
Ciwanên ku tên cafeyê tu pere nadin.
Cafe him cihekî bêdeng e him jî ji bo dersê û xwendinê gelek pirtûk lê hene.