Ciwan gelek kar û huneran hîn dibin

Navenda Ciwaniyê di gelek beşên cuda de perwerdeyê dide

Ciwan gelek kar û huneran hîn dibin

Navenda Ciwaniyê ya Xelatê ji bo ku ciwan him bibin xwedî karekî him jî di jiyana rojane de karên xwe bi xwe bikin, kursan dide. Xortên navçeyê elaqeyeke mezin nîşanî perwerdeya motora wesayîdan didin.

Salên wan di navbera 17 û 20an de ne.

Her yek jî bi elaqeyeke mezin guh didin mamosteyên xwe.

Navenda Ciwaniyê ya Xelatê, ji bo ku ciwan di jiyana rojane de him kar û barên xwe bikin him jî ji bo ku hînî meslekekî bibin kurs vekirin.

Xortên Xelatê bi elaqeyeke mezin diçin kursa motorê ya wesayîdan.

Di nav wan de ciwanên ku dixwazin erebeya arizaya xwe bi xwe çêkin jî hene yên ku di temîrxaneyê de dişixûlin jî.

Navend, her heftê di beşekê cuda de perwerdeyê dide ciwanan.

Dîroka nûkirinê: 20 Çile 2019, 18:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE