Ciwanan ji bo filma xwe gala li dar xist

Ciwanên Şırnakî ne bi terorê, dixwazin bi hunerê werin nasîn

Ciwanan ji bo filma xwe gala li dar xist

Piştî aramî hat Şirnexê ciwanan jî berê xwe da hunerê. Ciwanên Şirnexî bi navê “kör hedeffilmek kişandin û ji bo fîlma xwe li bajarê xwe galayek li dar xistin.

Komek ciwanên Şirnexî bi derfetên xwe filmek kişandin û navê wê danîn “Kör Hedef”.

Hemû lîstikvan jî i gelê Şirnexê ne.

Ciwanan ji bo filma xwe li Salona Konferansê ya Zanîngeha Şirnexê galayek li dar xist.

Çêkerê filmê Talat Akıl derbarê mijara film de agahî dan TRTKurdiyê.

Ji derhênerên filmê Kadrî Saltan jî got me xwest em bi fîlma xwe gel li dijî çek, tiryak û faîzê hişyar bikin.

Gelê Şirnexê film gelekî eciband û gotin em dixwazin berdewama wî jî bê kişandin.

Ekîb dibêje ji bo Şirnex bibe bajarê çand û hunerê emê xebatên xwe bidomînin.

Dîroka nûkirinê: 12 Çile 2019, 17:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE