Li Batmanê dilxwazên ji navenda ciwaniyê, ji bo pêdiviyên kal û pîran seferber bûn. Ciwan piştî serdana mezinan, çûn serdana xebatkarên beşa 112yê.
Li Batmanê ciwanan kal û pîr ji bîr nekirin.
Ji navenda ciwaniyê komeke dilwaz, ji bo lazimiyên kal û pîran seferber bûn.
Ciwan telefonî kal û pîran kir û pêdiviyên wan not kirin. Piştre yek bi yek çûn serdana wan.
Herwiha ciwanên dilxwaz çûn serdana xebatkarên 112yê jî.
Ciwanan, ji bo ajalên li kuçeyan jî êm danîn gelek deran.