''Ciyê destpêka dîrokê" Girê Miraza bi UNESCOyê ra sala xwe ya 4emîn temam kir

''Ciyê destpêka dîrokê" Girê Miraza bi UNESCOyê ra sala xwe ya 4emîn temam kir

Girê Miraza ji ber ku navenda herî kevn a baweriyê ya dinyayê ye wekî "ciyê destpêka dîrokê" tê tewsîfkirin û sala xwe ya çaremîn di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da temam kir, piştî wergirtina vê nasnavê ji hêla milyonek û 597 hezar û 87 kesan va hat ziyaretkirin.

Lêkolînerên ji zanîngehên Stenbol û Chîcagoyê di sala 1963yan da dema li herêmê dixebitîn wargeha ji heyama neolîtîk mayî ya 18 kîlomêtre li dûrî Taxa Orencikê ya li ser navçeya navendê Xeliyeyê dîtin. Cotkarekî dema zeviya xwe diajot peykerek dît û daneyên herî berbiçav di sala 1986an da derketin holê.

Cotkarê peyker dît fikirî ku qîmeta vî kevirî heye û peyker teslîmî rayedarên Muzeya Arkeolojiyê ya Şanliurfayê kir.

Pêşiyê nehat fehmkirin ku peykerê çi ye û li muzeyê hildan parastinê. Prof. Dr. Klaus Schmîdtê Alman ê ji bo kolana li Newala Çorî ya li Hîlwanê hatibû bajêr li muzeyê parçeyên dîrokî dîtin. Schmîdt got dibe ku kevir gelekî bi qîmet be û li ser peyker dest bi xebatê kir.

Bi destûra ji Midûriyeta Giştî ya Muzeyan û Berhemên Çandî ya Wezareta Çand û Turîzmê hat sitandin va Enstîtuya Arkeolojiyê ya Almanyayê û Muzeya Şanliurfayê di seroktiya Prof. Dr. Klaus Schmîdt da di sala 1995an da dest bi vekolanê kirin. Di vekolanan da kevirên wekî Tyê yên di navbera 3 û 6 mêtreyan da dirêj û her yekê wan kêmzêde 40 an 60 ton tên û li ser wan resmên heywanan hene hatin dîtin.

Di kolanan da di heman demê da parçeyên mezinahiya wan di navbera 8 û 30 mêtreyî da diguherin û "bermamiyên perestgeha herî kevn a dinyayê ya kêmzêde 12 hezar salî" hatin dîtin, peykerê însanan ê 65 santêm dirêj û hin berhemên din hatin derxistin.

Girê Miraza ya her ku çû bêtir navdar bû, di sala 2011an ket "Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê" ya UNESCOyê û di 1ê Tîrmeha 2018an da jî di Civîna Komîteya Mîrata Dinyayê ya 42yan da ket Lîsteya Mîrata Dinyayê.

Piştî vê gava 4 sal berê hat avêtin Girê Miraza li dinyayê hat bihîstin. Serokomar Recep Tayyîp Erdogan sala 2019an wekî "Sala Girê Miraza" îlan kir û par turîzma vê derê heyama xwe ya zêrîn dît.

Girê Miraza piştî ku ket Lîsteya Mîrata Dinyayê di nava çar salan da ji hêla milyonek û 597 hezar û 87 kesan va hat ziyaretkirin. Girê Miraza her wisa îsal di roja duyemîn a Cejna Remezanê da 10 hezar û 272 ziyaretvan ezimandin û gihîşt hejmara herî zêde ya ziyaretvanan a di rojekê da.

Xebatên vekolanê yên li şûnwarê dîrokî Girê Miraza bi serokatiya Prof. Dr. Necmî Karul didomin.

Serokê Vekolana Girê Miraza Prof. Dr. Necmî Karul ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, Girê Miraza piştî ku ket Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê ket ber bala însanan û hejmara ziyaretvanên wê zêde bû.

Waliyê Şanliurfayê Salih Ayhan jî bal kişand, berhemên ku dikevin Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê aliyên wan ên taybet hene û her wiha berhemên ku dikevin vê lîsteyê jî navdarî û naskirina wan a li ser asta dinyayê zêde dibe.

Ayhan got, Girê Miraza di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da ku ev yek ji bo Şanliurfayê destkeftiyeke pir mezin e û wiha dewam kir, "Ev ji bo me şansekî pir mezin e, em ê xwedî derkevin û ji nifşên din ra bihêlin. Der heqê vir da em ê pir xebatan pêk bînin. Divê salane milyonek ziyaretvan bên. Teşkîlata Hevkariya Îslamî, Şanliurfa wekî bajarê sala 2023yan hilbijart. Ev yek jî ji bo sektora me ya turîzmê bû destkeftiyek. Ev hemû şans in û em ê înşelah binê van tevan dagirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE