Ciyê destpêka dîrokê: Gobeklitepe

Ciyê destpêka dîrokê: Gobeklitepe

 Li Şanliurfayê Gobeklitepeya ku bi 12 hezar sal rabirdoya xwe va wekî "ciyê destpêka dîrokê" tê tewsîfkirin û di Lîsteya Kelepora Cihanê ya UNESCOyê da ye, bi taybetiyên xwe va bala mirovan dikişîne.

Bi destûra ji Midûriyeta Giştî ya Muzeyan û Berhemên Çandî ya Wezareta Çand û Turîzmê hat sitandin va Enstîtuya Arkeolojiyê ya Almanyayê û Muzeya Şanliurfayê di seroktiya Prof. Dr. Klaus Schmıdt da di sala 1995an da dest bi kolanê kirin. Di kolanan da kevirên wekî Tyê yên di navbera 3 û 6 mêtreyan da dirêj û her yekê wan kêmzêde 40 an 60 ton tên û li ser wan resmên heywanan hene hatin dîtin.

Girê Miraza yê her ku diçe ji berê zêdetir tê zanîn UNESCOyê di sala 2011an da hildabû "Lîsteya Berwext a Kelepora Cihanê" û di 1ê Tîrmeha 2018an da jî di Civîna Komîteya Kelepora Cihanê ya 42yan da hilda Lîsteya Mîrata Dinyayê.

Gobeklitepeya ku 8ê Adara 2019an da bi awayekî fermî hat vekirin, ji hêla Serok Recep Tayyîp Erdogan va heman sala 2019an wekî "Sala Girê Miraza" hat ragihandin. Bi vê biryarê va jî herêm bû pêgeha turîstên xwemalî û biyanî.

- "Sala 2020î 250 hezar kesî ziyaret kir"

Midûrê Muzeya Arkeolojiyê ya Şanliurfayê Celal Uludag di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir, Gobeklitepe qadeke qamûyê ye ku ji hêla wan însanên nêçîrvan û berhevkar hatiye çêkirin ku dîroka wan vedigere 12 hezar sal berê.

Uludag diyar kir, di navbera Girê Mirazan û mînakên din da ferqa herî girîng ew e ku Girê Mirazan 12 hezar sal berê hatiye çêkirin û wiha dewam kir:

"Ji ber ku Girê Mirazan heta 12 hezar sal berê diçe û sembolên merivan ên stîlîzekirî hatin dîtin, meriv dikare bêje ku bi rastî jî Girê Mirazan ji avahiyên bîrdariyê yên din cudatir e. Vedanên li Girê Mirazan ji sala 1995an vir va dewam dike, di kolandinê da gelek heyberên sivik û giran hatin dîtin. Yên giran di cî da tên pêşandin, yên sivik jî di Muzeya Arkeolojiyê ya Şanliurfayê da tên pêşandin."

Uludag destnîşan kir, piştî ku Girê Mirazan ket Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê û paşê sala 2019an weke "Sala Girê Mirzan" hat îlankirin, Girê Mirazan zêdetir hat naskirin û wiha dewam kir, "Di sala 2019an da jimara ziyaretvanan doza 500 hezarî bû, ji derveyî welêt û nav welêt gelek turîstan Girê Mirazan ziyaret kir. Çûyîn û hatina Girê Mirazan heta serê sala 2020î dewam kir, lê mixabin ji ber pandemiyê wêrane demekê hatin girtin û meriv nikaribûn derketana derveyî bajêr. Ji ber vê jî jimara ziyaretvanan kêm bûn. Digel vê yekê di sala 2020î da 250 hezar kesî Girê Mirazan ziyaret kir."

Uludag daxuyand, kesên ku tên herêmê koda wan a HESê tê pirsîn, agirê wan tê pîvan û maske jî mecbûrî ye.

- "Armanca me ew e ku herî kêm milyonek ziyaretvan bên vir"

Celal Uludag daxuyand li Gobeklîtepeyê îsal xebatên kolandinê, nûkirin û parastinê wê bên kirin û bi saya van xebatan pirsgirêkên li ser berheman çêbûne wê ji holê rabin.

Uludag got ji ber şewbê hejmara kesên tên vê derê kêm bû û wiha axivî: "Mixabin sala 2020î bi pandemiyê derbas bû. Em bendê ne ku di sala 2021î da hejmara ziyaretvanan zêde be. Li welatê me aşî tê kirin û em bendê ne ku di meha gulan û hezîranê da ziyaretvan zêde bin. Înşallah heke me şewb xelas kir armanca me ew e ku herî kêm milyonek kes bên. Helbet piştî vê ev hejmar wê her ku zêde bibe."

- Gobeklîtepe

Gobeklîtepeya ji heyama Neolîtîkê ye 18 kîlomêtro dûrî navenda bajêr e.

Gobeklîtepe cara ewil di sala 1963yan da di xebatên lêkolînerên ji zanîngehên Stenbol û Chîcagoyê da hat dîtin û hê jî xebatên li ser bermayiyan dewam dikin.

Bi hevkariya Enstîtuya Arkeolojiyê ya Almanyayê ya Berlînê û Muzeya Şanliurfayê ji sala 1995an vir va li Gobeklîtepeyê xebatên hevpar tên kirin.

Li herêmê kevirên çikandî yên di şiklê "T"yê da û li ser neqşên heywanên kovî hene hatin dîtin. Ev kevirên 8-30 mêtro bilind û 40-60 ton giran in gilover û çargoşe ne.

Di xebatan da bermayiyên perestgeha herî kevin a dinyayê hatin dîtin. Di xebatan da peykerekî însanan ya 65 santîmêtro bilind û tê gotin qederê ji 12 hezar sal berê maye hat dîtin. Li Gobeklîtepeyê berhemên dîrokî yên bi vî rengî yên curbecur hatine dîtin.

Gobeklîtepe di sala 2018an da di nav Lîsteya Berwext a Mîratên DInyayê ya UNESCOyê da cih girt.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE