Çiyayê Nemrûdê piştî qedexeyên derketina derva dîsa ji ziyaretvanan ra mazûvaniyê dike

Çiyayê Nemrûdê piştî qedexeyên derketina derva dîsa ji ziyaretvanan ra mazûvaniyê dike

Çiyayê Nemrûdê yê li Kehtaya navçeya Adiyemanê piştî tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) dest bi mazûvaniya ziyaretvanên xwe kir.

Bîlal Menteyê li Şeftiya Parkên Neteweyî ya Çiyayê Nemrûdê wezîfeyê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber tevdîrên Kovîd-19ê hêdî dest bi sezonê kirin û bi rabûna qedexeyan jî bi hezaran ziyaretvan hatin herêmê.

Mente destnîşan kir ku Çiyayê Nemrûdê ciyekî xweş û bêhempa ye, îsal hêviya wan a ji turîzmê zêde ye.

Dervîş Yildirimê ji bo ziyareta çiyê ji Stenbolê hat jî got, "Berê çend caran hatibûm vê derê. Îsal jî bi malbata xwe ra hatim ji bo vê gelekî kêfxweş im."

Yasîn û Fatma Çîftçiya ji Qeyseriyê hatin dîtina peykerên mezin jî gotin ji ber ku hatin dîtina herêma bêhempa kêfxweş bûn, dema hilpask bûn hinekî tengasî kişandin lêbelê çawa ku hatin vê derê westana xwe ji bîr kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE