Qada jeopark a Nemrud û Sîpanê, tevî gelek xweşikiyên siruştê kalderaya Nemrudê jî di xwe de dihewîne. Niha ji bo ku ew qad têkeve lîsteya jeoparkan a UNESCOyê xebat dest pê kirin.
Kalderaya Nemrudê bi awayekî zanistî jî gelekî girîng e.
Di nav hawirdora Qada Jeopark a Sîpan û Nemrudê de cih digire.
Her sal bi hezaran kes ji bo dîtina van deran tên Bilîsê.
Herêm di her demsalê de xweşiktir xuya dike.
Di nav qada berfireh de gola krater ya Nemrudê jî nuwaze xuya dike.
Ji bo ku ev herêm têkeve nava tora jeoparkan a UNESCOyê xebat dest pê kirin.
Wezareta çand û turîzmê bi taybetî li ser disekine.
Piştî verastkirinên li herêmê dê serlêdana UNESCOyê were kirin.
Bi saya vê yekê dê herêm bibe xwediyê aboriyeke cuda ya turîzmê.