Cizre bala turîstan dikşîne

Turîst herî zêde jî tên serdana Tirba Mem û Zînê...

Cizre bala turîstan dikşîne

Bûyerên terorî qediyan û êdî li herêmê aramî serdest dibe. Ev yek di warê turîzmê de jî xuya dike. Turîstên ku meraqa cıhên dîrokî dikin berê xwe didin Cizîra Şirnexê. Tûrîstên Îran û Iraqî bi taybetî jî tên serdana tirba Mem û Zîn. Her wiha navçe bala çêkerên-belgefîlman jî kişandiye ser xwe.

Cizîra Şirnexê êdî bi dîrok û çanda xwe tê axaftin.

Piştî ku li navçeyê aramî pêk hat turîst jî bi rihetî tên serdana navçeyê.
Ji Îran, Iraq, Swîssre û gelek bajarên din ên Tirkiyê gerok tên serdana cihên dîrokî yên Cizîrê.

Yek ji van jî tirba Mem û Zînê ye .

Ligel tûrîstan, çêkerên-belgefîlman jî ji bo vê dîroka dewlemend nîşanî dinyayê bidin, li navçeyê ne.
Cizîrî dixwazin dîrok û çanda navçeya xwe bidin nasîn û cizîr bi van taybetmendiyên xwe derkeve pêş..
 

Dîroka nûkirinê: 08 Tebax 2018, 16:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE