Li Motkana Bêdlîsê jin bi salan e bi axê tenûr û cerikan çêdikin û difiroşin. Bi saya vî karî him debara mala xwe dikin him jî zarokên xwe didin xwendin.
Ji çiyê axê tînin,,, hûr dikin û dikin herî... Dûvre jî pê, tenûr û cerikan çêdikin.
Li bajaroka Kavakbaşiya Motkana Bêdlîsê ev kevneşopî bi destê jinan bi salan e dewam dike.
Jin van cerik û tenûran difiroşin û pê îdareya xwe dikin.
Hinek jî tên van tiştan distînin û dixemilînin.
Jinên Motkanê vê hunerê hînî keç û bûkên xwe jî dikin û nahêlin were jibîrkirin.