"CODA"yê di Oscarê da xelata fîlma herî baş hilda

"CODA"yê di Oscarê da xelata fîlma herî baş hilda

Di 94emîn xelatên Akademiyê (Oscar) da xelata "Fîlma Herî Baş" fîlma bi navê "CODA"yê qezenc kir.

Merasima 94emîn Xelatên Oscarê li Şanoya Dolbyê ya li Los Angelesa Amerîkayê hat lidarxistin.

Amy Schumer, Wanda Sykes û Regina Hall pêşkeşvaniya merasimê kirin, salon îsal bi temaşevanan va tije bû.

Xelata Fîlma Herî Baş" fîlma "CODA"yê qezenc kir.

Di fîlmê da malbeteke hemû ferdên wê kerr in heye ku tenê Ruby dikare bibîhîze, le ew jî dixwaze perwerdeya muzîkê bibîne. Ji ber berpirsyariya malbatê ew di navbera muzîk û malbatê da dudilî dimîne.

Troy Kotsurê di fîlmê da lîstikvan e jî xelata lîstikvanê alîkar ê herî baş hilda û di dîroka Xelatên Oscarê da bû kesê ku nabihîze û cara ewil xelata Oscarê qezenc kir.

Di merasimê da ji bo kesên di şerê navbera Ukrayna û Rûsyayê da mirine rêz hat girtin, peyama "Ji şerê li Ukraynayê ra na" hat dayîn. Serokê Dewleta Ukraynayê Vîladîmîr Zelensky jî xwest biaxive, lê akademiyê destûr neda.

Yên Xelatên OScarê qezenc kirin:

- Filma Herî Baş: "CODA"

- Derhênerê Herî Baş: Jane Campion, "The Power of the Dog"

- Lîstikavana Herî Baş: Jessica Chastain, "The Eyes of Tammy Faye"

- Lîstikvanê Herî Baş: Will Smith, "King Richard"

- Alîkara Lîstikvanê Herî Baş: Ariana DeBose, "West Side Story"

- Alîkarê Lîstikvanê Herî Baş: Troy Kotsur, "CODA"

- Fîlma Herî Baş ku Zimanê Wê Biyanî ye: "Drive My Car"

- Senaryoya Orjînal a Herî Baş: "Belfast"

- Senaryoya Lihevanînê a Herî Baş: "CODA"

- Belgefîlma Herî Baş: "Summer of Soul"

- Belgefîlma Herî Baş a Kurt: "The Queen of Basketball"

- Fîlma Herî Baş a Animasyonê: "Encanto"

- Sinematografiya Herî Baş: "Dune"

- En İyi Görsel Efekt: "Dune"

- Montaja Fîlmê ya Herî Baş: "Dune"

- Muzîka Fîlmê Herî Baş: "Dune"

- Sêwirîna Kostumê ya Herî Baş: "Cruella"

- Makyaj û Sêwirîna Herî Baş: "The Eyes of Tammy Faye"

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE