Cotkarê hunerhez

Bi wêne û peykeran mala xwe kir muze...

Cotkarê hunerhez

Necattin Oğuzyer li Wanê dijî û cotkariyê dike. Oğuzyer mala xwe kir muzeya çand, huner û dîrokê. Dû peykerên esker ên nobedar danîn berderiyê xwe û li baxçê xwe jî peykerên Aşik Veysel, Seyît Onbaşı û Nene Hatunê çêkirin.

Ewil odeyeke mala xwe kir atolye,

Paşê dest bi hunerê kir.

Bi peyker û weneyan mala xwe wek muzeyekê xemiland.

Necattin Oğuzyer 53 salî ye û li gundê Wanê yê bi navê Hıdırê dijî.

Bixwe cotkar e lêbelê xebat û kelecana wî li ser hunerê yê.

Ji têlan peykeran çêdike, li ser dîwaran resiman xêz dike….

Cotkarê Wanî bi 2 peykerên leşkeran ên li devê deriyê xwe dest bi serboriya xwe dike.

Paşê berhemên xwe roj bi roj zêdetir dike.

Li bexçeyê wî jî fîgurên Aşık Veysel, Seyit Onbaşı û Nene Xatûnê hene û berhemên wî yên pir taybet in.

Çîroka vî wêneyê ku li dîwarê mala xwe xêz kiriye jî wekî fîlmên Yeşîlçamê ye.

Necattin Oğuzyer niha dixwaze berhemên xwe di galeriyekê de nîşan bide.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE