Komeleya wêne û hunerê ya Mardinê di çarçoveya bernameyeke Yekîtiya Ewropayê de ji bo xebatkarên tenduristiyê kursa wênekêşiyê amade kir. Xebatkarên ku li Batman, Mardin Midyat û Kızıltepeyê beşdarî kursê bûn, piştî perwerdeyê bi resmên xwe pêşaneyek vekirin.
Xebatkarên tenduristiyê di warê têkoşîna li dijî koronayê de fedekariyeke mezin dikin.
Bi behan e ji ber vîrûsa koronayê li nexweşxane û navendên tenduristiyê bi şev û roj dixebitin.
Komeleya Wêne û Hunerê ya Mardinê jî ji bo moralê bide xebatkarên tenduristiyê li Batman, Mardin, Midyat û Kızıltepeyê kursên kişandina resman vekirin.
Xebatkarên ku 4 hefteyan ders ditin, piştî kursê bi wêneyên xwe li Mîdyatê pêşaneya resman vekirin.
Pêşaneya ku Midûrê Perwerdeyê yê Mardinê vekir wê hefteyekê vekirî bîmîne.